Mezlûm Ebdî piştî hevdîtina Neçîrvan û Barrack çû Îtalya
PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, piştî rûniştina lûtkeya sêalî ya li paytext Hewlêrê ku tê de ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Sûriye û Îraqê Tom Barrack civiya, daxuyaniyek belav kir.
Mezlûm Ebdî li ser hesaba xwe ya medyaya civakî hûrgiliyên naveroka civînê parve kirin û destnîşan kir ku wan pêngavên ji bo tevlîbûn û entegrekirina hêzên HSD’ê û Rêveberiya Xweser di bin sîwana hikûmeta navendî ya Sûriyeyê de gotûbêj kiriye.
Ebdî diyar kir ku di hevdîtinê de pêvajoya bicîanîna peymanên heyî hatiye nirxandin û armanca wan a sereke ew e ku ev qonaxa çareseriya siyasî û aramiya herêmê xurtir bike.
Di heman demê de, daku pêşî li her cûre alozî û xitimandina leşkerî bê girtin, wî careke din piştgiriya HSD’ê ya ji bo terorê û dîtina çareseriyeke siyasî ya berfireh û sîstematîk li Sûriyeyê nû kir.
Geşta dîplomatîk a Ewropayê: Hevdîtinên li Îtalya û Fransayê
Li aliyê din, di çarçoveya berfirehkirina rojeva dîplomasiya navdewletî de, Mezlûm Ebdî piştî hevdîtinên krîtîk ên ligel Nêçîrvan Barzanî û Tom Barrack, ji Hewlêrê berê xwe da Ewropayê û gihişt Îtalyayê.
Tê payîn ku Fermandarê HSD’ê li paytexta Îtalyayê ligel berpirsên payebilind ên Wezareta Derve û Wezareta Berevaniyê rûniştinên fermî pêk bîne û rewşa herî dawî ya herêmê û mijarên ewlehiyê ligel wan binirxîne.
Piştî bidawîbûna van temasên dîplomatîk ên li Romayê, biryar e Mezlûm Ebdî serdana Fransayê jî bike daku pêwendiyên bi welatên rojavayî re di asta lûtkeyê de werin parastin û piştgiriya navdewletî ya ji bo asayîşa herêmê û pêngavên li Sûriyeyê bi fermî bê tomarkirin.