Midle East Monitor | ‘Siûdî û Emîratên Erebî lesker sandin herêma YPGê’
PeyamaKurd - Middle East Monitor di nûçeyeke xwe de îdia kir ku hêzeke leşkerî ya Erebistana Siûdî û Emîratên Erebî di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de, bo herêmên bin deshilatdariya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) hatiye şandin.
Li gor nûçeyê dê ew yekîneyên leşkerî yên Siûdî û Emîratên Erebî di bin banê hevpeymaniya ku Amerîka pêşengiya wê dike de werin bicihkirin û dê Amerîka di çalakiyên leşkerî de piştevaniya wan hêzan bike.
Rojnameya navborî, herwiha raporteke Rawengeha Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) bi bîr dixe û li ser îdiaya şandina hêza leşkerî dide xuyakirin, li demeke nêzîk karwaneke leşkerî ya welatê Kendavê gihîştiye herêma YPGê ya dorûbera Dêrazorê.
Hêjayî gotinê ye, şandine hêza leşkerî ya welatên ereb li demeke ku Tirkiye hewil dide bi hevkariya hêzên opozîsyona Sûriyê yên jêr kontrola xwe operasyonekê li ser hêzên Kurdî yên Rojhilatê Firatê bike, pêk tê.
Li gor nirxandinên pisporan li ser erda Sûriyê metirsiya ku cara yekem şerê Tirk-Ereb rû bide, xwe daye der.