Cîhan
Mînîbusa karkeran wergeriya: 3 mirî û 11 birîndar hene
PeyamaKurd – Li bajarê Mersîna li peravên Derya Sipî li navça Anamurê minibusa ku karkeran hildigirt, di helanekî de çû jêr, di encamê de 3 kes mirin û 11 kes birîndar bûn.
Minibusa ku karkerên çandiniyê hildigirt ji aliyê Mustafa Ünal de dihat ajotin û wergerandina wê li ser rêya Anamur-Ermenekê li gundê Ormancıkê çêbû.
Li ser qezayê tîmên 112an yên tenduristiyê, cendirme û îtfaiye çûn ciyê bûyerê.
Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana dewletê ya Anamurê.