TR KU SO
FB X
Cîhan

Misir: Bi Tirkiye û Pakistanê re dixebitin da şer rawestînin

Admin M
Nivîskar
📅 26 adar 2026 00:02

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Misrê Bedr Abdulati ragihand ku ji bo asta gengeşeya li herêmê daxînin, bi Tirkiye û Pakistanê re dixebitin. Abdulati, her weha xwest ku hevdîtin raste rast despêbikin û ji bo vê jî bi Îran û DYA re di nav têkiliyan de ne.

Wezîr Abdulati,  axaftina xwe di civîna li Qahîre li wezareta karên derve ji bo çapemeniyê kir.

Wezîr Abdulati behsa hewlên Tirkiye û Pakistanê kir ku bi hevre dixebitin û bi terefên li herêmê û DYAyê re, bi temamê akterên navdewletî re, bi koordinasyon dixebitin. Abdulatî got peyaman ji terefan re dibin û tînin û eger daxwaz hebe, dikarin ji bo hevdîtinan bibin xwedanê malê jî. Abdulati, weha dewam kir:

“Pêwiste em bixebitin û li ti dijberiyê guhdarî nekin. Em dizanin kêmasî hene lê nabin asteng ku em xebatên xwe dewam bikin, ji bo asta gengeşeyên li herêmê daxînin, em ji dil û can dixebitin.”

Abdulati got ku ew bi Îran û DYA re di nav têkiliyan de ne, bi terefên herêmî û navdewletî re bi koordînsayon dixebitin û hewl didin ku rêyên muzakereyan vekirî bihêlin. Abdulati weha dewam kir:

“Plana Amerîka amade kiribû me wê da Îranê û Îran li serê difikire û em bi hêvîne ku teref raste rast bi hevre hevdîtinan bikin. Di vê rewşê d,e em nikarin naveroka planê aşkera bikin. Têkilî li Îranê di ser wezîrê karên derve Abbas Arakçi de dimeşe û bi vê rêyê, em dixwazin asta dijberiyê daxînin. Ji ber fêda wê ji ti kesî re nîne.

Misir ji serî de bi welatên Ereb, bi welatên Kendavê, Urdinê û Iraqê re tewrê xwe datîne û êrîşên ser van welatan şermezar dike.

Welatên Kendavê ne terefên şerê heyîne û êrîşên Îranê yên ser wan nayên qebûl kirin. Di navbera me de weka fikrî ti cudatî nîne. Misir amade ye ji bo welatên Kendavê her destekê bide wan û di mijarê de hevkariyê bike.”

Parve bike: