TR KU SO
FB X
Cîhan

Misirê ji bo asayîkirina têkilîyan sert danî ber Tirkiyê!

Admin H
Nivîskar
📅 13 hezîran 2021 18:34

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Misirê Samih Şûkrî, li ser hewildan û dîyaloga vê dawî ya Misir û Tirkiyê got, şertê pêşveçûna têkilîyên di navbera Misir û Tirkiyê de ew e ku divê Tirkiye dûrî hewldanên bê istiqrarkirina Misirê raweste.

Wezîrê Derve yê Misirê Samih Şûkrî destnîşan kir, Qahîre bi hin siyasetên Tirkiyê yên ku xizmeta aramiya herêmê nakin re rû bi rû ye.

Şûkrî got, heger hin Tirkiye daxwazên Misirê bicih bîne wê zexmetiyên di pêwendiyan de ji holê rabin.

Wezîr Misirê herwiha da zanîn, divê Tirkiye dûrî hewldanên bê istiqrarkirina Misirê ya naxwe û derve be.

Parve bike: