Misrê ragihand ku ew ji qewimandinên li herêmê bi endîse ne
PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Misrê li ser mijara qewimandinên di navbera Fîlîstîn, Lubnan û Îsraîlê de bi endîşe ne. Daxwuyaniya Misrê ket piştî bûyera ku hêzên asayîşa Îsraîlê êrîş biribûn ser Mescîdî Aqsayê, ji başûrê Lubnanê bi roketan li axa Îsraîlê xistibûn û weka bersiv Îsraîlê devera ku jê roket hatibûn avêtin, bo topan, topbaran kiribû.
Li ser van bûyeran Misir daxwuyanî da hu herkes bi sebir be û bi aramî tevbigere. Wezaret weha got:
“Em bang dikin ku hemû teref bibin desthilatê xwe, rewşê nerm bikin û ji bo xwîna tê rêtin rawestînin, bila ji bo van hewlan, bersivan bidin. Eger pêla şiddetê dewam bike wê ji bo herêmê bibe talûke.”
Dema Îsraîlê êrîş biribû ser Mescîdî Aqsayê, dewleta Misrê di 5 ê nîsanê de êrîşê şermezar kiribû.