Mitsotakis: Îsraîl, nikare wekî rêxistina terorîst bertek nîsan bide
PeyamaKurd- Serokwezîrê Kiryakos Mitsotakis bertek nîşanî êrîşên xwînî yên Îsraîlê da û diyar kir ku Îsraîl dewletek e û nikare wekî rêxistina terorê bertek nîşan bide.
Kiryakos Mitsotakis diyar kir ku ew ji ber êrîşa duh a Îsraîlê ya li ser Nexweşxaneya Baptist a El-Ehli ya li Xezayê pêk hat, xemgîn in û got, wan mafê Îsraîlê yê parastina xwe nas kiriye, lê divê ev yek bi parastina gelê sivîl û li gorî hiqûqa navneteweyî bê kirin.
Mitsotakis got, "Îsraîl dewletek e û nikare wekî rêxistina terorê bertek nîşan bide. Divê di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de tevbigere. Divê ev êrîş bê sînordarkirin. Tolhildan ne li gorî dewletên rêxistinkirî ye. Em nizanin kê li nexweşxanê xist. Em li ser herikîna koçberan, du qat baldar in.
Di dema ku li herêma Îsraîl atmosfereke wisa aloz heye, lîstikeke propagandayê jî tê lîstin. Em Hamasê ji gelê Filistînê vediqetînin û alîkariyên mirovî dixwazin. Em ji bo alîkarî ji bo parastina sivîlên li herêma şer asê mane, alîkariyê dixwazin."