TR KU SO
FB X
Cîhan

Morning Star: Tirkiye li Libyayê DAISê zindî dike

Admin H
Nivîskar
📅 20 rêbendan 2020 02:33

PeyamaKurd - Rojnameya Birîtanî Mornin Star bi raporekê bal kişand ser destwerdana Tirkiyê ya Lîbyayê û Tirkiye bi zindîkirina DAIŞê li Lîbyayê tawanbar kir.

Rojnameya Morning Star a Brîtanyayê ragihand ku dewleta Tirkiyê niha bi piştevanîkirina zindîkirina DAIŞê li Lîbyayê tewanbar e, ew jî bi riya şandina tundrewan ji Sûriyê ber bi Lîbyayê ve.

Li gorî rojnameyê, piştî çend rojan ji hişyariyên ku qralê Urdinê Melek Abdullah El-Sanî beriya lidarketina kongreya NATOyê dabû û gotibû, çekdarên DAIŞê li Lîbyayê ne û wê ji peravên Ewropayê ve nêz bibin.

Rojnameyê li ser zimanê qralê Urdinê got: “Bi hezaran çekdar ji Idliba Sûrî bi rêya sînorê bakur, gihîştin Lîbyayê û ev tişt li ser herêma me girînge.”

Li gorî rojnameyê êdî her kes dizane ku nêzî 2 hezar çekdarên girêdayî Tirkiyê ku tundrew in, li Lîbyayê hene.

Rojnameyê eşkere kir ku hikumeta El-Wîfaq bi rêya peymana bi dema 6 mehan a bi Tirkiyê re piştevaniya van çekdaran dike.

Parve bike: