TR KU SO
FB X
Cîhan

Moşek li santrala nukleerî ya Îranê ket!

Admin L
Nivîskar
📅 18 adar 2026 12:38

PeyamaKurd - Îranê ragihand ku moşekek li cihê Santrala Nukleerî ya Bûşehrê, ku li Kendava Farsê ye, ket, lê tu qurbanî an zerar çênebûn.

Yekîneya Têkiliyên Giştî ya Rêxistina Enerjiya Atomî ya Îranê derbarê êrîşa li ser santrala nukleerî de daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniyê destnîşan kir ku Santrala Nukleerî ya Bûşehrê li perava Kendava Farsê bûye hedef û her çend moşek li cihê santralê ketibe jî, tu qurbanî an zerar çênebûne.

Daxuyaniyê destnîşan kir ku tu beşek ji santralê zerar nedîtiye û kiryarên bi vî rengî hemû rêziknameyên navneteweyî yên derbarê parastina tesîsên nukleerî ji êrîşên leşkerî binpê dikin.

Wekî din diyar kir ku "Kiryarên bi vî rengî dikarin encamên bêveger ji bo tevahiya herêmê, tevî welatên Kendava Farsê, hebin."

Parve bike: