MSByê derbarê ‘baregehên NATOyê’ de daxuyanî da: Ji Peymana Montreuxê tawîz nayê dayîn
PeyamaKurd - Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkiyeyê (MSB), derbarê nîqaşên dawî yên li ser avakirina "Fermandariya Pêkhateya Deryayî" ya li Stenbolê û "Biryargeha Kolorduya Pirneteweyî" ya li Edeneyê daxuyaniyek belav kir.
Wezaretê destnîşan kir ku di polîtîkayên deryayî û ewlehiyê de tu tawîz ji Peymana Montreuxê û prensîba "xwedîderketina herêmî" nehatine dayîn.
MSByê di daxuyaniya xwe de nerazîbûn nîşanî agahiyên "kêm û şaş" ên di medyaya civakî de da û tekez kir ku stratejiya Tirkiyeyê ya li Deryaya Reş li ser parastina hevsengiya Peymana Montreux ava bûye. Wezaretê ragihand:
Bi saya vê nêzîkatiyê, Deryaya Reş nehatiye wê astê ku bibe qada pevçûnên mezin. Di dema şerê Rûsya û Ûkraynayê de, Tirkiyeyê bi biryardarî bendên peymanê bi cih anîn û rê li ber belavbûna şer girt.”
Wezaretê zelal kir ku "Hevpeymaniya Dilxwazan ji bo Ûkraynayê" înîsiyatîfeke pirneteweyî ye û ne girêdayî NATOyê ye. Ev hevpeyman armanc dike ku piştî bidawîbûna şerê Rûsya-Ûkraynayê ewlehiya herêmê misoger bike. Di vê çarçoveyê de:
Fermandariya Pêkhateya Deryayî (MCC) ya vê hêzê ji aliyê Tirkiyeyê ve tê birêvebirin.
Ev biryargeh di 25ê Tebaxa 2025an de bi kadroyeke ku bi temamî ji personelên Tirkiyeyê pêk tê, hatiye damezrandin.
Tevî ku 14 dewlet piştgiriyê didin vê fermandariyê, tenê welatên peravê (Tirkiye, Romanya û Bûlxaristan) dê di warê deryayî de çalak bin da ku serweriya herêmî û Peymana Montreuxê were parastin.
MSByê her wiha bal kişand ser Baregeha Kolorduya Pirneteweyî ya li Edeneyê û diyar kir ku hemû xebat di çarçoveya ewlehiya neteweyî û hevahengiya navneteweyî de tên meşandin. Wezaretê tekez kir ku ew giringiyê didin dayîna agahiyên rast ji raya giştî re û ji bo rêgirtina li şîrovekirinên şaş, ew her hefte civînên agahdarkirinê li dar dixin.
Ev daxuyanî wekî bersivekê ji bo wan fikarên ku digotin Tirkiye li Deryaya Reş yan jî li başûrê welat derî ji hêzên biyanî re vedike, hate nirxandin.