TR KU SO
FB X
Cîhan

MSB: Leskerekî me li Çelê hat kustin

📅 09 îlon 2019 16:58

PeyamaKurd - Li bajarokê Çelê yê Colemêrga abkurê Kurdistanê teqînekê rû da û di encama wê teqînê de leşkerekî Tirkiyê jiyana ji dest da.

Li gor ragihandina Wezareta Bergîriyê ya Tirkiyê(MSB), li dorûbera gundên Çelê gerîlayên PKKê bombeya ku ji berê de hatib bicihkirin di dema derbasbûna leşkerên wan de ji dûr ve teqandine. MSBê da zanîn jî, di encamê de leşkerekî wan canê xwe ji dest daye.

Wezareta Bergîriyê ya Tirkiyê diyar kir, operasyonên wan li dorûbera gundên Çelê berdewam e.

Ji aliyekî din ve, duhî jî 34 tîmên Asayîşa Colemêrgê li sê bajarokên wekî Gever, Çelê û Şemzînanê operasyoneke berfireh kiribûn û avêtibûn ser malan. Di encama wê operasyonê de jî 14 kes hatibûn desteserkirin. 

Parve bike: