TR KU SO
FB X
Cîhan

MSB: Moşekeke ji Îranê hatibû avêtin hat xistin

Admin İ
Edîtor
📅 04 adar 2026 15:17

PeyamaKurd - Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkiyeyê (MSB) ragihand ku moşekeke balîstîk a ku ji aliyê Îranê ve hatibû avêtin û di ser asmanê Iraq û Sûriyeyê re derbasî qada hewayî ya Tirkiyeyê dibû, hatiye xistin. Moşek ji aliyê pergalên parastinê yên NATOyê ve li ser deryayê hatiye bêbandorkirin.

Parçeyên moşekê li Hatayê ketin 

Li gorî daxuyaniya fermî ya wezaretê, moşeka ku ber bi Tirkiyeyê ve dihat, ji aliyê hêmanên parastina hewayî yên NATOyê yên li Rojhilatê Deryaya Spî ve di dema guncav de hatiye tesbîtkirin û îmhakirin.

Parçeyên moşekê li navçeya Dortyolê ya Hatayê ketine xwarê. Wezaretê piştrast kir ku di vê rûdanê de tu qurbanî an birîndar çênebûne.

Wezareta Parastinê bi zimanekî tund hişyarî da aliyên şer û ragihand ku Tirkiye xwedî biryardarî û kapasîteya parastina axa xwe ye. Di daxuyaniyê de hat gotin:

"Em hemû aliyan hişyar dikin ku ji kiryarên ku dibin sedema berfirehbûna pevçûnan dûr bisekinin. Tirkiye mafê xwe yê bersivdayîna her kiryareke dijminane diparêze."

Enqereyê destnîşan kir ku ji bo parastina qada hewayî hemû gavên pêwîst bi biryardarî tên avêtin û di vê çarçoveyê de bi NATO û hevalbendên din re şêwirên berdewam hene. Ev yekem car e ku di vê krîza dawî de moşekeke ji axa Îranê rasterast asmanê Tirkiyeyê binpê dike.

Parve bike: