TR KU SO
FB X
Cîhan

Muallîm: “Herî dawî em ê Rojhilatê Firatê qontrol bikin!”

Admin V
Nivîskar
📅 03 cotmeh 2018 16:05

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê Welîd Muallîm di derbarê pêşeroja Sûriyê de axivî û got, gava şerê Sûriyê yê herî dawî, qontrolkirina Rojhilatê Firatê ye.

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê Welîd Muallîm ji çapemeniya Erebî re axivî û daxuyaniyên girîng dan. Muallîm li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê jî axivî û got ku Kurdên li Rojhilatê Firatê hemî piştgiriya Amerîkayê nakin. Hinek kom û partiyên Kurdan, têkiliyên bi Amerîkayê re red dikin û dixwazin tevlî Sûriyê bibin.

Muallîm wiha dewam kir: “Amerîka jî heta dawiyê nikare ji bo hinek komên Kurdan piştgiriya fikra cudabûnê bike. Amerîka nikare li ser axa Sûriyê rêvebiriyeke nû ava bike. Kurd parçeyekî Sûriyê ne û divê ew jî vegerine cem dewleta Sûriyê.”

Parve bike: