TR KU SO
FB X
Cîhan

Muharrem Ince: Terka sindoqan nekin

Admin M
Nivîskar
📅 24 hezîran 2018 21:58

PeyamaKurd- Endamê serokkomariyê yê CHPê Muharrem İnce li ber derê Desteya Bilind ya Hilbijartinê ya Tirkiyê ragihand ku wê millet vê hilbijartinê tayîn bike û ti şika wî ji milletê tine ye. İnce got ku dê encama hilibjartinê jî baş be. Terka sindoqan nekin. Piştî we zebtên xwe girt, herin ber derên ciyên hilbijartinan lê tiştekî bi tundî nekin.

Muharrem İnce, piştî ku hilbijartin qediyan, li ber derê Desteya Bilind ya Hilbijartinê weha dewam kir:

“Niha sindoq vebûn. Ez ji wezîfedarên me yên ser sindoqan rica dikim. Ew çi bikin em ê qezenc bikin. Şika min ji encamê tine ye. Sindoqan terk nekin. We zebta îmze kir, herin ber baregehên hilbijartinan. Ez li Desteya Bilind ya Hilbijartinan, encaman dişopînim. Baweriya xwe bi nûçeyên ku morala we xerab dikin, neynin. Em pêşdeçûnên di derbarê mijara Sûrûcê de, ji nêz de dişopînin.”

Parve bike: