Namzedê Kurd di hilbijartinên Rûsyayê cara 7an bi ser ket
PeyamaKurd - Li Rûsyayê encamên destpêkê yên hilbijartinên Dumaya Dewletê yên ku di navbera 18-20ê Îlona 2026an de hatibûn lidarxistin, hatin eşkerekirin.
Li gorî amarên Komîsyona Navendî ya Hilbijartinan a Rûsyayê ku piştî vekirina ji sedî 82,19ê sindoqan hatine bidestxistin, Partiya Rûsyaya Yekgirtî ya Vladimir Putin ji sedî 57,76 dengan da di rêza yekem de ye.
Di hilbijartinê de Partiya Komunîst ji sedî 13,89, Partiya Lîberal Demokrat ji sedî 8,77 û Mirovên Nû jî ji sedî 7,97 deng girtin.
Di van hilbijartinan de ji bo namzedên Kurd jî encamên girîng derketin holê.
Namzedê Partiya Rûsyaya Yekgirtî û parlamenterê heyî Zelîmxan Mutsoyev ê ji malbateke Kurd a Êzidî ku li Tîflîsê ji dayîk bûye, li Herêma Sverdlovskê careke din serkeftin bi dest xist û cara 7an li pey hev bû parlamenterê Dumayê.
Lê belê namzedê duyem ê Kurd ê ji Partiya Rûsyaya Dadmend Yuri Nabiyev ê ku li Moskowê beşdarî hilbijartinê bûbû, nekarî dengên pêwîst bi dest bixe.
Encamên fermî yên hilbijartinê hîn nehatine eşkerekirin û hejmartina dengan berdewam dike.
Hat ragihandin ku encamên dawî dê heta 5ê Çiriya Pêşîn ji aliyê komîsyonên hilbijartinê ve bi fermî werin daxuyandin.