TR KU SO
FB X
Cîhan

Namzeta serokatiya meclisê ya HDP’ê diyar bû

Admin H
Nivîskar
📅 22 sibat 2019 17:15

PeyamaKurd- HDP’ê piştî nîqaşên di civînê de, parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay wek namzeta serokatiya meclisê diyar kir

Namzetê şaredariya  Bajarê Mezin a Stenbolê yê AKP’ê Bînalî Yildirim ku di heman demê de serokê meclisê bû, piştî ku ji serokatiya meclisê îstîfa kir ji bo serokê nû yê meclisê partiyan namzetên xwe diyar kirin.

Ji bo diyarkirina namzetê serokatiya meclisê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî nîqaş meşandin. Di civînên HDP’ê de parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay weke namzeta serokatiya meclisê hate destnîşankirin.

Serlêdana namzetiya Kemalbay dê îro saet di 15.00’an de ji aliyê heyeta serokatiya Wekîla Serokê Koma HDP’ê Fatma Kurtulan ve radestî serokatiya meclisê bê kirin.

Parve bike: