Cîhan
Nasrallah: “Eger li pist teqînê Îsraîlê hebe wê heman bedelê bide”
PeyamaKurd- Serokê Hîzbûllaha Beyrûdê Hasan Nasrallah ragihand:
“Eger li pey teqûna Beyrûdê Îsraîl derê wê heman bedelê bide.”
Nasrallah li ser salvegera dawîhatina li şerê Îsraîlê û Lubnanê ya sala 2006 an, di televîzyonê de li ser hinek mijaran axifî û di mijara teqîna li Beyrûdê weha got:
“Lêpirsînê ne em dikin. Em vî karê hane bo dewletê dihêlin. Dibe teqîna Beyrûdê bi xwe çêbûbe û dibe ku sabotaj be. Eger di teqînê de sabotaj tinebe, divê berpirs bên cezakirin. Eger sabotaj be, divê em sûcdaran bibînin.”