TR KU SO
FB X
Cîhan

NATO: Em amade ne erkên xwe li Iraqê berfirehtir bikin

Admin L
Nivîskar
📅 24 cotmeh 2020 14:00

PeyamaKurd – Li ser hebûna xwe ya li Iraqê, Sekreterê Giştî yê NATOyê da zanîn, ji ber rewşa Iraqê hê jî cihê dudiliyê ye, ew amade ne ku erkên xwe berfirehtir bikin.

Li gor Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg diyar kir: ‘‘Rewşa ewlehiyê ya Iraqê, hê jî cihê dudiliyê ye e û NATO ji ber vê yekê amade ye erkên xwe li Iraqê dirêj û berfirehtir bikin, herwiha amade ne hêzên Iraqê zêdetir rahênan bikin.’’

Jens Stoltenberg destnîşan kir: ‘‘Niha 500 şêwirmendên serbazî yên NATOyê li Iraqê ne û amade ne hêzên xwe ji vê hejmarê zêdetir bikin bi şêwra li gel desthilatdarên Iraqê û Hevpeymaniya Navdewletî ji bo rûbirûbûna DAIŞê.’’

Stoltenberg da zanîn: ‘‘Niha hejmar diyar nîne, lê belê ji bo ku di meha Sibata 2021an de vê mijarê gotûbêj bikin, plan datînin.’’

 

Parve bike: