NATO: Heta ku ser berdewam bike…
PeyamaKurd- Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, di derbarê endamtiya Ukraynayê ya NATOyê de biryara dawî ragihand.
Jens Stoltenberg, di roja duyem a Lûtkeya Rêberên NATOyê de civînek da çapemeniyê û diyar kir ku ji ber ku şerê navbera Rusya û Ukraynayê berdewam dike, Ukrayna nikare bibe endamê NATOyê. Stoltenberg di dewama axaftina xwe de got ku
"Me eşkere kir ku dema hevpeyman li hev bikin û şert û merc pêk bên, em ê ji Ukraynayê re vexwendnameya tevlibûna NATOyê bişînin."
Stoltenberg ragihand ku ji bo Ukraynayê pakêteke cidî ya piştgiriya leşkerî hat lihevkirin û ji bo zêdekirina têkiliyên siyasî Konseya NATO û Ukraynayê hat avakirin û wiha got:
"Rêberan destnîşan kir ku Ukrayna dê bibe endamê NATOyê. Me eşkere kir ku em ê ji Ukraynayê re vexwendname bişînin da ku beşdarî NATOyê bibe dema ku hevpeyman li hev bikin û şert û merc pêk werin. Du alî hene. Ya yekem ew e ku ew çiqas dikarin saziyên xwe yên parastin û ewlehiyê nûjen bikin, dê çawa desthilatdariyê xurtir bikin, di nav de têkoşîna li dijî gendeliyê hene. Ev mijarên ku di her berfirehkirina NATOyê de tên berçav kirin.
Ji ber ku em rêveberiyek baş dixwazin û Saziyên berevanî û ewlehiyê yên bihêz, her wiha em hêzên çekdar dixwazin ku bikarin bi NATO re kar bikin, ji bo nûjenkirina saziyên berevanî û ewlehiyê kar dikin û bi bernameya pir-salane em li ser hevgirtinê dixebitin.
Pîvaneke din jî şerê li Ukraynayê ye. Leşkerên Ukraynayê wêrekiyek nîşan dan ku tevahiya cîhanê bandor kir. Lê bele hemû hevalbend razî ne ku heta şer berdewam bike Ukrayna nekin endamekî tam.”