TR KU SO
FB X
Cîhan

NATO: Qeyrana Wagner, mijara navxweyî ye

Ruken güler
Nivîskar
📅 26 hezîran 2023 16:30

PeyamaKurd- Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, qeyrana Wagner wekî "pirsgirêka navxweyî ya Rusyayê" bi nav kir.

Jens Stoltenberg, li paytexta Lîtvanyayê ya Vilnius a ku dê di 11 û 12ê Tîrmehê de mazûvaniya Lûtkeya NATOyê bike, ligel Serokomarê Lîtvanyayê Gitanas Nauseda re hevdîtin kir.

Stoltenberg, daxuyaniyek da çapemeniyê û li ser serhildana koma Wagner a li dijî hikûmeta Rusyayê de got, "Bûyerên dawiya hefteyê qewimîn, karên navxweyî yên Rusyayê ne."

Jens Stoltenberg, di lûtkeya Vilniusê ya ku dê serokên 31 welatên hevpeyman beşdar bibin de amaje bi Lûtkeya Vilniusê jî kir û got,

"Em ê têkiliyên xwe yên siyasî bi Ukraynayê re zêde bikin. Biryarên ku bên girtin dê Ukraynayê nêzî hevbendiyê bike ji ber ku cihê rewa yê Ukraynayê NATO ye. Hemû hevalbend di wê baweriyê de ne ku deriyên NATOyê vekirî ne, Ukrayna dê bibe endam û tenê NATO û Ukrayna dikare tevlî bibe."

Stoltenberg got ku wan geşedanên li Belarusê ji nêz ve dişopînin û bicihkirina çekên nukleerî yên Rusyayê li vî welatî şermezar kir û got ku

“Ev tevgereke bêberpirsiyarî ye. Em ti nîşanekê nabînin ku Rusya dê çekên nukleerî bi kar bîne.”

Sekreterê NATOyê diyar kir ku dê di Lûtkeya Vilniusê de derbarê planên nû yên ewlehiyê yên NATOyê yên herêmî de gav bên havêtin û diyar kir ku li gorî van planan dê zêdetirî 300 hezar leşker di asta amadebaşiyê de bin û ji hêla hêmanên behrê û hewayî ve jî dê piştgiriyê bidin wan û got,

"Me herwiha li ser modeleke nû ya veguherîner a parastina hewayî û mûşekan ji bo derbasbûna bilez ji dewriyeya hewayî bo parastina hewayî li hev kir." 

Parve bike: