TR KU SO
FB X
Cîhan

NATO: Vekisîna Rûsya ji Hersonê ji bo Ukrayna serkeftineke din e!

Admin H
Nivîskar
📅 10 mijdar 2022 23:26

PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, li paytexta Îtalya Romayê piştî hevdîtina ligel Serokwezîra Îtalya Giorgia Meloni di civîna hevbeş a rojnamevanî de axivî.

Stoltenberg, di erka wê ya serokwezîriyê de ku nû hatiye hilbijartin Melonî pîroz kir û diyar kir, Îtalya ji ber yek ji damezrînera NATO ye, xwedî rojleke girîng e di nav hevpeymaniyê de.

Stoltenberg, di şerê Rûsya-Ukraynayê de bal kişand ser piştevaniya berdewam a bo Ukraynayê û li ser vekişîna Rûsyayê ji bajarê Hersonê wiha axivî:

"Pêşveçûna Ukraynayê xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Me agahdariya Rûsya ya vekişîna ji Hersonê not kir. Divê em guherînên li qadê yên rojên pêş bibînin. Rûsya di fişareke mezin de ye. Heger Hersonê berdin, ev dê ji bo Ukraynayê bibe serkeftineke din.”

Parve bike: