TR KU SO
FB X
Cîhan

Nav û logoya partiyê di kongreya Îlonê de tê guhertin

Admin H
Nivîskar
📅 25 tîrmeh 2023 22:41

PeyamaKurd – Serokwekîlê Koma Partiya Çepên Kesk (YSP) Saruhan Oluç ragihand ku dê di kongreya meha Îlonê ya partiyê de, nav û logo bê guhertin.

Oluç di Arti TV de gotiye: “Em ê meha Îlonê kongreya xwe ya awarte li dar bixin. Bi wê kongreyê re jî dê di rêveberiya partiyê û hevserokan de guhertin çêbibin. Dê tuzuka partiyê bê guhertin. Heke delegasyona kongreyê bipejirîne jî dê di navê partiyê de guhertin bê kiri-n.”

Saruhan Oluç herwiha daye xuyakirin ku di hilbijartinên 14ê Gulanê de, ji ber hebûna du partiyên HDP û YSP serê hilbijêran tevlîhev bûye û bi awayekî neyînî bandor kiriye.

Oluç, li ser hilbijartinê herêmî yên di Adara 2024an de bên kirin jî gotiye, ew niha ti nîqaşan li ser amadekariyan nakin.

Parve bike: