Cîhan
Navenda lêkolîna atomî ya Xarkîvê ji ber bombebaranê ziyaneke mezin dît
PeyamaKurd – Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî diyar kir, navenda lêkolîna atomî ya Xarkîvê, ji ber bombebaranê ziyaneke mezin dîtiye, lê belê ziyan negihiştine asta belavbûna tîrêjên atomî.
Li gor ajansa AFP da zanîn, rayedarên Ukraynayê eşkere kirine ku Peymangeha Xarkîv a Fîzîk û Teknolojiyê ji aliyê artêşa Rûsyayê ve hatiye bombebarankirin, lê belê asta tîrêjdana atomî li wê deverê zêde nebûye.
Hat eşkerekirin, Peymangeha Xarkîv a Fîzîk û Teknolojiyê peymangeheke lêkolînan e, ku madeyên atomî ji bo cîbicîkirina kelûpelên bijîşkî û pîşesazî berhem tîne.
Herwiha Rêveberê Giştî yê Ajansa Navdewletî ya Atomî Rafael Mariano Grossi jî destnîşan kir, çendîn pêgehên atomî yên Ukraynayê rûbirûyî metirsiyê bûne.