TR KU SO
FB X
Cîhan

Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Îtalyayê Mattarella civiyan

Admin H
Nivîskar
📅 19 gulan 2026 14:54

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di çarçoveya serdana xwe ya fermî ya ji bo paytexta Îtalyayê, îro danê sibê li Koşka Serokkomariya Îtalyayê ji aliyê Serokkomar Sergio Mattarella ve bi merasîmeke fermî hat pêşwazîkirin. Di vê hevdîtina astabilind de, serokan peywendiyên dîrokî û dostane yên navbera Herêma Kurdistanê, Îraq û Îtalyayê nirxandin û li ser rûdanên herî dawî yên siyasî û ewlehiyê yên li Rojhilata Navîn nêrînên xwe parve kirin. Her du aliyan tekezî li ser daxwaza xwe ya hevbeş kirin ku peywendiyên dualî di warên cuda de bixin asteke hîn bilindtir.

Spasguzariya Herêma Kurdistanê ji bo piştgiriya Îtalyayê

Serok Nêçîrvan Barzanî piştî hevdîtina krîtîk, li ser hesabê xwe yê medya civakî (X) daxuyaniyek belav kir û kêfxwaşîya xwe ya li ser hevdîtina li gel Sergio Mattarella anî ziman. Barzanî destnîşan kir ku wî li ser navê Herêma Kurdistanê û Îraqê spasiya dostaniya herdemî ya Îtalyayê kiriye û pêzanînên xwe yên kûr gihandine Romayê ji bo wan piştgiriyên berdewam ên di warên siyasî, mirovî û geşepêdanê de. Serokê Herêmê bi taybetî spasiya piştrastkirina piştgiriya serbazî ya Îtalyayê ya di qonaxa şerê li dijî terorê de kir ku roleke giring di parastina aramiya herêmê de lîstiye.

Parve bike: