TR KU SO
FB X
Cîhan

Nêçîrvanên êrîskar 37 kes li gundekî kustin

Admin S
Nivîskar
📅 02 rêbendan 2019 15:23

PeyamaKurd - Li welatê Malî herêma Moptiyê kesên cilûbergên nêçîrvanan li xwe kiribûn êrîşê gundekî kirin û 37 ke kuştin.

Li gor zanyariyan êrîşkarên bi diruvên nêçîrvanên Dozosê li gundê Koulogon ê herêma Moptiyê, ji êla Fulaniyê 37 kes kuştin.

Hat ragihandin ku êrîşkaran bi motorsikletan êrîş kiriye û zarok û jin jî bi guleyên rasthatî hatine kuştin.

Êla Fulanî ku şivantiyê dike, gelek caran rastî êrîşên terorê tê û 22-31ê Kanûnê jî muxtarê gund ji bo parastinê leşker xwestibûn gund.

Parve bike: