Netanyahû armanca Îsraîl, Amerîka û Rûsyayê ya li Sûriyê eskere kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû îro Sêşemê li Qûdsê di lûtkeya derbarê ewlehiya Îsraîl, Amerîka û Rûsyayê de axivî û destnîşan kir, divê hemû hêzên piştî sala 2011an derbasî Sûriyê bûne, vekişin û got: “Îsraîl bi sedan caran destêwerdan kir, ji bo rê nede Îran li Sûriyê bihêz bibe.”
Netanyahu da zanîn ku welatê wî dê bi berdewam kar bike ji bo Îran ji nava xaka Sûriyê ve êrîşî ser Îsraîlê neke û dê bi tundî bersiva her êrîşekê bide.
Serokwezîrê Îsraîlê da zanîn, “Telewîw, Washington û Moskow derbarê Sûriyê de hevnerîn in, divê aramî û aştî li Sûriyê peyda bibe. Armanca wan a hevbeş jî ew e, hêzên biyanî ji Sûriyê derkevin.”
Beriya destpêkirina lûtkeyê Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîkayê John Bolton jî bi tundî rexne li Îranê girt ku tevliheviyê li herêmê dike û got: “Ev civîn di demeke hestiyar de tê lidarxistin. Em dibînin ku Îran jêdera sereke ya terorê ye û piştevaniya wê li deverê dike. Serok Trump pêşniyaza danûstandinan vekirî hîştiye, tenê maye ew qebûl bikin.”