Cîhan
Netanyahu: Êrîsên li dijî Xazzê wê bidomin!
PeyamaKurd- Serokomarê Îsraîlê Binyamin Netanyahu got ku heke Hamas îro mesajê nestîne, ew ê siba bistîne. Êrîşên hewayî yên li dijî Xazzê jî wê bidomin.
Serokomarê Îsraîlê Binyamin Netanyahu di derbarê êrîşa dawî de daxuyaniyek da û wiha got: “Êrîşa îro ji sala 2014an û vir de êrîşa herî mezin e. Piştî ku em bi Wezîrê Parastinê û Serokê Sererkaniyê re axivîn, me biryar da ku em li dijî Hamasê tedbîrên tûj bistînin.”
Netanyahu wiha dewam kir: “Ku lazim bibe em ê şîddeta êrîşan zêdetir bikin. Ku Hamas îro mesajê nestîne wê siba mesajê bistîne.