TR KU SO
FB X
Cîhan

Netanyahû: Ger Siûdî dewleta Filîstînê dixwaze bila li ser erda xwe de ava bike

Admin H
Nivîskar
📅 07 sibat 2025 22:05

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû, bersiv da Erebistana Siûdî ku proseya normalbûna bi Îsraîlê re bi mercê qebûlkirina dewleta Filîstînê ve girêda ye.

Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû ku li Washingtonê ye, beşdarî Kanal 14 ya Îsraîlê bû derbarê rojevê de daxuyanî dan.

Netanyahû got, ger Erebistana Siûdî dewletê bo Filîstînê dixwaze bixwe dikare li ser erda xwe ava bike.

Herwiha Netanyahû destnîşan kir, “Damezrandina dewleta Filîstînê tê wateya serfiraziya Hemasê û ev jî têkçûn e ji bo Îsraîlê.”

Parve bike: