Netanyahu: “Her kî pîlot şandibe dê bedeleka giran bide”
PeyamaKurd – Balafira ku seferê ji Dûbai ya Îmaratê dikir ji bo Tel Avivê, pîlotekî balafirê, pîlotê dinê birîndar kir û xwest balafirê bixîne. Di balafirê de li dora 180 rêwî hebûn û piraniya wan Îsraîlî bûn.
Paşî rêwiyên dinê mudaxeleyê pîlot kiribûn û nehiştibûn balafirê bixîne. Niha li ser rûdanê serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netenyahu dide lêkolînkirin bê pîlot ji aliyê kesekî de hatiye şandin an jî na.
Netenyahu ragihand ku di êrîşê de armancekî heye û kesên pîlot şandine, dê bedelên giran bidin. Netenyahu ragihandina xwe di rêya video de di ser hesabê xwe yê Xê de kir.
Netenyahu behsa rûdanê kir û got eger bi zanîn hinek kes pîlot şandibin dê bedela wê bidin û weha dewam kir:
“Her diçe mijar zelal dibe. Êrîşker di pêvajoya redîkalkirina Îslamî de perwerde bûye. Hatibû da balafirê bi rêwiyên tê de bixîne. Em lêkolînê dikin bê hinek kes ew şandine an na. Her kî wî şandibê dê bedelên giran bide.