TR KU SO
FB X
Cîhan

Netanyahu, li ser Mossadê daxuyanî da

Ruken güler
Nivîskar
📅 03 tîrmeh 2023 03:32

PeyamaKurd- Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, di civîna Encumena Wezîran de daxuyanî da û destnîşan kir ku ew ê li Celîlê herêmeke niştecihbûnê ya bi navê 'Arbel Heights' ava bikin û di vê civînê de operasyona Mossadê ya li Qibrisa Başûr jî nirxand.

Hat diyarkirin ku Benjamin Netanyahu di axaftina xwe ya îro ya li Encumena Wezîran de li ser plansaziya niştecihbûnê ev daxuyanî da:

“Agahiya baş a duyemîn ku ez îro pêşkêş dikim, biryara avakirina civateke nû, 'Arbel Heights' li Celîlê ye. Ev mizgîniyeke gelek baş e ji bo bihêzkirina cih û warên Cihûyan li Celîlê ku ji bo me hemûyan gelek girîng e. 

Em îro ji bo pêşdebirina avahîsaziyê û xurtkirina civakên Durzî û Çerkesan planekê pêşkêş dikin. Em ê hewildan û çavkaniyên bêhempa veberhênan bikin da ku valahiyên di xanî, plansazkirin û qadan de bigirin."

Hat zanîn ku Netanyahu li ser operasyona ku li Qibrisa Başûr hat kirin de got ku "Mossadê; êrîşkar, tora sîxuriyê û planên wan eşkere kir.”

Parve bike: