Netanyahu: Rêberên cîhanê heyranê me ne
PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îdîa kir ku gelek rêberên cîhanê ji ber zexta raya giştî ya li welatên xwe ji piştgiriya eşkere ya Îsraîlê dûr dikevin, lê li pişt deriyên girtî pesnê wî û Îsraîlê didin.
Netanyahu ev gotin di merasîma bîranînê ya dewletê de ji bo Theodor Herzl (Binyamin Zeev Herzl), damezrînerê Siyonîzmê, kir.
Di axaftina xwe de, Netanyahu behsa hevdîtinên xwe yên taybet bi rêberên cîhanê re kir û got:
"Gelek rêberên cîhanê ji piştgiriya eşkere ya Îsraîlê dûr dikevin, lê ew di hevdîtinên taybet de bi min re pir cûda diaxivin. Ew ji min re dibêjin, 'Birêz Serokwezîr, em bi we re ne. Raya giştî ya li welatên me nahêle ku em vê yekê bi eşkereyî bibêjin, lê em heyranê we ne. Em hewceyê alîkariya we ne.'"
Netanyahu destnîşan kir ku gelek welat dixwazin şiyanên leşkerî, îstîxbaratî û teknolojîk ên Îsraîlê teqlîd bikin û got ku van rêberan ji bo şerê Îsraîlê li dijî "Îslama radîkal" pir qîmet didin me.
Netanyahu behsa operasyonên li ser sînorê Lubnanê kir û got, "Îsraîl wê heta ku ji bo parastina niştecihên me yên li bakur û hemî welatiyên Îsraîlê pêwîst be li Lubnanê bimîne."
Wî herwiha diyar kir, "Çi peyman hebe çi nebe, em ê tu carî nehêlin çekên nukleerî yên Îranê hebin."