TR KU SO
FB X
Cîhan

Netenyahu hisyariyê da Îran û Hûzbûllahê: “Me neceribînin, hun ê zerara mezin bibînin”

Admin M
Nivîskar
📅 17 cotmeh 2023 03:22

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netenyahu hişyarî da Îranê û Hîzbullah a Lubnanê da Îsraîlê neceribînin, eger biceribînin wê zerarekî mezin bibînin. Netenyahu axaftina xwe di meclisa Îsraîlê de kir. Netenyahu got ku şerê navbera Hamasê û Îsraîlê weke şerê reşayî û tariyê ye û weha dewam kir:

“Tevî di ser de 75 sal derbas bûye jî şerê serxwebûnê hêj neqediyaye. Em ê qezenc bikin ji ber hebûna me ya vê derê di talûkê de ye. Me ji êrîşa 7ê Cotmehê dersa xwe girt. Wê sedemên encamê bên vekolîn û me dest pê kir encamê hîn kir.”

Piştî axaftina Netneyahu serokê muxalefetê Yair Lapid axifî û got:

“Welew di asta navdewletî de zorê bidin me jî, wê li hemberê Hamasê operasyon dewam bikin. Wê wextê me bistîne û divê em zêdetir qewetê bikarbînin. Eger kêfa dinyayê jê re nayê, bila nê. Zarokên hatin kuştin ne yê dinyayê bûn, zarokên me hatin kuştin.

Parve bike: