Netenyahu: “Me bi Îmaratan re lihev kir”
PeyamaKurd – Di hilbijartina hefteya borî ya Îsraîlê de serokwezîrê berê Benyamin Netenyahu biserketibû û îro ragihand ku bi serokê Îmaratan bi Muhammed bin Zayid Al Nahyan re lihev kiriye ku têkiliyên xwe xwurttir bikin. Netenyahu ragihandina xwe di ser hesabê xwe yê Telegramê de kir û got ku bi telefonê bi Al Nahyan re axifiye. Netenyahu di ser hesabê xwe de weha got:
“Ez niha bi dostê xwe serokê Îmaratan bi Muhammed bin Zayid Al Nahyan re axifîm û piştî peymana dîrokî ya aştiyê me lihev kir ku têkiliyên xwe bêhtir xwurt bikin. Şêx Bin Zayid min dawetî welatê xwe Îmaratan kir. Ji ber têkiliyên mukemmel yên navbera me û axaftina me, ez sipasiya wî dikim.”
Îsraîl di sala 2020an de bi Îmratan, Bahreyn, Fas û bi Sûdanê re ji bo têkiliyên xwe normal bikin peymanan îmze kiribû.