Netewên Yekbûyî amarên serê Rûsya û Ukraynayê û encama krîza penaberan eskere kir
PeyamaKurd – Netewên Yekbûyî bi daxuyaniyekê amarên şerê Rûsya û Ukraynayê û encama krîza penaberan ji 24ê Sibatê heta 2ê Nîsanê ku ji çavkaniyên cuda berhevkirin belav kir û diyar kir, ji despêka şer heta niha, 4 milyon û 176 hezar û 401 kes ji Ukrayna penaberî welatên cîran bûne û herî kêm 1417 sivîlan can dane.
Li gor Komisyona Penaberan a ser bi Neteweyên Yekbûyî di daxuyaniya xwe de ragihand, ji 24ê Sibatê heta 2ê Nîsanê, bi giştî 4 milyon û 176 hezar û 401 kes ji Ukraynayê, di serî de Polanda penaberî welatên cîran bûne.
Hat diyarkirin, bi sed hezar Ukrayniyên ku penaberî welatên cîran bûne jî, ji wir derbasî welatên din ê Ewropayê bûne.
Herwiha li gor rêxistina penaberan a ser bi Neteweyên Yekbûyî jî diyar dike, di nav Ukraynayê de jî 6.5 milyon kesê sivîl cih û warê xwe bi cî hiştine.
Herwiha Komîsyona Mafên Mirova ya Netewên Yekbûyî jî destnîşan dike, ji despêka şer ve heta niha herî kêm 1417 kesê sivîl can dane û 2 hezar û 38 kesê sivîl jî birîndar bûye û eger heye hejmara kesên can dane û birîndar bûne gelek ji vê hêjmarê zêd