Cîhan
Neteweyên Hevgirtî Sûriyê sermezarkir
Konseya Mafê Mirovan ya Neteweyên Hevgirtî vê sibê kiryarên Beşar Esad bi taybetî binpêkirina mafê mirovan yên li Xûta Rojhilat şermezar kir.
Her çer çendîn Neteweyên Hevgirtî di 28ê sibata borî de biryara agirbesê bo mehekî li Sûriyê qebûl kiribû jî, rejîma Sûriyê şerê xwe yê li dijî grûbên Xûta Rojhilat heya niha dewam dike.
Brîtanya bang kiribû ku roja înê bo axaftina li ser krîza Xûtayê civîneka bilez bê kirin. Rûsya jî daxwaz kiribû ku guherandin bixin daxwazên Brîtanyayê û li ser daxwaza Rûsyayê îro civîna NH pêkhat.
Di civînê de temamên îhlalên mafê mirovan, îstîsmar, binpêkirina hûqûqê û xerabûna rewşa mirovahiyê li Sûriyê hat şermezarkirin û di konseyê de, bi 29 dengên erênî hat qebûlkirin. 4 deng red û 14 deng jî bêreng man.