TR KU SO
FB X
Cîhan

Neteweyên Yekgirtî xebatên xwe yên li Sûdanê rawestand

Admin M
Nivîskar
📅 18 nîsan 2023 00:47

PeyamaKurd – Berdevkê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Stephane Dujarric ragihand ku bi sedema şerê navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Destekê yên Lezgîn yên ku muxalifên Sûdanê ne, xebata xwe ya li Sûdanê nikarin bimeşînin û dan rawestandin. Stephane Dujarric, di civîna çapemeniyê ya rojane de got ku bi sedema şer xebatkarên NY nikarin bi rihetî bikevin Sûdanê, deriyên sînor û balafirgeh tev hatine girtin.

Dujarric ragihand ku ew mecbûr mane xebatên xwe bidin rawestandin û li Sûdanê normal 10 rêxistinên di bin sîwana NY de dixebitin û bi wan re di ser 80an de rêxistinên civaka sîvîl bi hev re li dora 250 program dimeşînin.

Rewşa mirovî ya li Sûdanê gelek xetere û bi sedema şer li balafirgeha Hartûmê balafirekî NY xesarê diye. Dujarric got ku wê ji ber şer rewş xerabtir bibe û 16 mîlyon mirov muhtacî alîkariyêne.

Parve bike: