Cîhan
Newlines: Komên Sîe li deverên sînorî yên navbera Iraq û Sûriyê nîvdewletek ava kirine
PeyamaKurd – Komên milîs ên Şîe, li deverên sînorî yên navbera Iraq û Sûriyê, nîvdewletek ava kirine.
Li gor raporteke peymangeha Newlines a Amerîkî; komên milîs ên Şîe bi temamî kontrola deverên sînorî yên navbera Iraq û Sûriyê bi dest xistine û nîvdewletek li wê herêmê ava kirine.
Di raportê de hatiye diyarkirin: “Ew komên milîs ku piraniya wan ji aliyê Îranê ve alîkariya wan tê kirin, ji bilî warê leşkerî ya deverê, liv û tevegra bazirganî û aborî ya deverê jî kontrol kirine, her kesek ser bi wan koman jî li postên hikûmî yên deverê hatine danîn.”