TR KU SO
FB X
Cîhan

Newsweek: Pentagonê di nav 10 salan de artêseka bi 60 hezarî ava kir

Admin M
Nivîskar
📅 18 gulan 2021 03:11

PeyamaKurd – Kovara Newsweekê ya Amerîkayê ku behsa lêkolîneka 2 salan dike û dibêje wezareta bergiriyê ya Amerîkayê Pentagonê di 10 salan de, li dora 60 hezarî artêşekî bi dizî ava kiriye. Li gor nûçeyê artêşa navborî li gelek deverên dinyayê sîvîl an bi cilên fermî yên artêşê wezîfe dikin. Newsweek behsa lêkolîna li ser mijarê dike û dibêje jimara vê artêşê ji ya wezîfedarên bi dizî yên CIA yê deh car zêdetire.

Di vê bernama wezareta bergiriyê ya Amerîkayê de li dora 130 şîrket hene û her sal bo wan 900 mîlyon dolar pere xerc dikin. Şîrketên behsa wan têkirin, bo kesên bi navên derewîn, bo wan belgeyên sexte tên amadekirin, fatûra û baca wan didin, li Rojhilata Navîn û Afrîkayê bo guhdariyê û çavdêriyê cîhazên taybet û ekipman bo wan hildiberînin.

Artêşa di bin fermanê de, ji nîvê wê zêdetir, hêzên taybet yên tevgerê yên Amerîkayê ne. Wezîfa wan ew e li deverên şer û welatên dost şopandina terorîstan dikin.

Di nava artêşê de grûba herî zêde mezin dibe û pêşde diçe, kesên di bin navên derewîn de dixebitin ku ji înternetê agahî didin hev û şervanên sîberîne. Van şervanên sîberî tevlî kampanyayên medya civakî jî dibin.

Parve bike: