Cîhan
Nêzbûna Bexda û Riyadê | Ebdulmehdî li ser rêya Siûdî ye
PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê sibe 17ê Nîsanê serdana Erebistana Siûdî dike.
Li gor çavkaniyek siyasî yê Iraqê ku ji malpera RT ya Rûsî re ragihandiye, wezîrê derve yê Iraqê, wezîrê neftê, wezîrê elektrîkê û wezîrê bazirganiyê dê di serdana serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî ya Siûdiyê de cîh bigrin.
Çavkaniyê eşkere kir ku dê Adil Ebdulmehdî roja 17.04.2019ê biçe Erebistana Siûdiyê ligel qralê Siûdiyê Selman Bin Ebdulezîz û welîahdê Siûdiyê Mihemed Bin Selman bicive.
Herwiha hat diyarkirin ku dê serokwezîrê Iraqê ji bo bicîhanîna rêkeftina Bexda û Riyadê danûstandinan bike.