Cîhan
NH banga agirbesê kir
PeyamaKurd- Sekreterê giştî yê Neteweyên Hevgirtî Guterres, bi rêya video konferansê civîna çapemeniyê kir û got ku dijminê muşterek yê temamê dinyayê koronavîruse lê hê jî şer û pevçûn dewam dike. Guterres got ku li deverên ku şer heye, temamê sîstema wan ya saxlemiyê roxiyaye û wan herêman du car di binê talûka vîrusê de ne. Guterres weha got:
“Dev ji sîlihan û avêtina topan berdin, dev ji bombebaranên balafiran berdin. Ew herêmên ku bo koronavîrusê bê parastinin, bo wan korîdorên mirovahiyê vekin. Ev gelek girîng e.”