Cîhan
NH dê bo êrîsên ser nexwesxaneyan lêpirsînê bide destpêkirin
PeyamaKurd- Li gor ragihandina sekreteriya giştî ya Neteweyên Hevgirtî; Sekreterê giştî yê Neteweyên Hevgirtî Antonio Guterres, wê bo êrîşên ser nexweşxaneyan, di derbarê Rûsya û rejîma Sûriyê de lêpirsînê bide destpêkirin.
Sekreterî ragihand ku tevî ku di navbera Tirkiye û Rûsya de memorandûm heye da li Idlibê şer kêm bibe an şer ji deverê rabe, lê êrîş bo ser Idlib û der û dora wê dewam dikin. Di beyanê de hat gotin ku di peymana NH de, di xala 97an de heye ku bo Idlibê bo êrîşên ser nexweşxane û dibistanan û yên ser avahiyên bingehîn êrîş hatine kirin û biryara lêpirsînê hatiye dayîn.
Roja berê 10 dewletên endamên konseya ewlekariyê yên Neteweyên Hevgirtî bang li sekreterê giştî yê Neteweyên Hevgirtî kiribû da lêpirsîn bêkirin.