NH: “Dorpêçên Amerîkayê halê li Sûriyê xerabtir dike”
PeyamaKurd- Li gor rapora Komîsyona Serbixwe ya Sûriyê ya bi Neteweyên Hevgirtî ve girêdayî, hişyarî da û got ku dorpêçên Amerîkayê yên ser Sûriyê halê Sûriyê xerab dike û dibe di vê çarçoveyê de nelihevkirinên nû derên holê. Di raporê de weha tê gotin:
“Weka berê jî hat bilêvkirin, endîşeyên nebûna an kêmasiya av, elektrîk û ardûyan, krîza aborî ya ku bilez bipêş de diçe, pandemiya kureyî û tundiya dorpêçan van arîşeyan li Sûriyê zêdetir dike. Ev jî talûka xîzaniyê û newekheviyê yên ku bingeha sedemên nelihevkirinanin, zêdetir dike.”
NH bangê li civaka navdewletî û hinek welatan dike ku dorpêçên ser Sûriyê rakin, bila rêxistinên serbixwe yên mirovî û rêxistinên mafên mirovan karibin bi serbestî, bê ku astengî bibînin, xwe bigihînin Sûriyê. Bila bikin ku xida, alavên tenduristiyê û alavên têkoşîna li dijî Kovid-19 ê bigihên Sûriyê. Endamê komîsyonê Hani Magali weha got:
“Eger hun îro li Sûriyê binêrin, aboriya wê bi temamî xerabe. Ev jî bi giştî encama dorpêçane. Di babeta dorpêçan de em endîşe dikin ku êşa sîvîlan zêdetir bike.”