Cîhan
NH ji Tirkiyê daxwaz kir ku 2 derî vekirî bimînin
PeyamaKurd- Neteweyên hevgirtî ji Tirkiyê daxwaz kir ku 2 deriyên navbera Tirkiyê û Sûriyê vekirî bihêlin da ku karibin alîkariya mirovî bigihînin xelkê Idlibê. Neteweyên Hevgirtî weha ragihand:
“Eger van mirovan neyên parastin, wê felaketa sedsala 21 ê ya herî mezin bijîn.”
NH, bo 900 hezar kesên ku ji Idlibe ji ciyên xwe bûne û bo 3 mîlyon kesên din bi tevahî 3 mîlyon û 900 hezar kesî, di ser Tirkiyê de alîkariyê dişîne Sûriyê. Alîkarî di ser 4 deriyan de diçe û bo zêdetir alîkarî here, divê herî kêm 2 deriyên li ser sînorê Tirkiyê vekirî bimîne.
Heya niha di ser 4 deriyan de alîkarî diçû Sûriyê lê îhtîmal heye ku 2 derî ji wan bên girtin.