Cîhan
NH pirsa prensê wenda ji Erebistana Si’ûdî dike
PeyamaKurd- Neteweyên Hevgirtî pirsa prensê wenda yê Erebistanê ku ji 12 ê gulanê ve wenda ye, ji Erebistana Si’ûdî dike. Prens Nawaf Talal Raşid piştî ji Kuweytê dageriya Erebistana Si’ûdî ti agahî jê tine ye.
Komîsera Bilind ya mafê mirovan ya Neteweyên Hevgirtî Liz Throssell ji baregeha Cenewre ragihand ku li Erebistanê wendabûnên keyfî û binçavkirin çêdibin. Mînak jî Prens Nawaf Tall Raşid nîşan da
Throssell bang li Erebistanê kir da bizanibin çi bi serê Raşid hat û 13 aktîvîstên ku heya niha hatine girtin, çi bi serê wan hatiye û dadgehkirina wan çima heya niha nehatiye kirin û hetta çima ciyê wan nayê zanîn.