Niha jî “Komara Federal ya Sûriyê” hat îlankirin
PeyamaKurd- Tor a medyayî ya Rûdawê ragihand ku grûbekî ji Sûriyê ku di nav wan de siyasetmedar, akademîsyen, rewşenbîr, aborînas, rojnamevan û hinek zabitên ku ji artêşa Sûryê veqetiyane, însîyatîvekî ava kirine ku armanca wê avakirina “Komar a Federal ya Sûriyê” ye.
Însîyatîva Komara Federal ya Sûriyê armanca xwe bi beyanekî ku tê de 18 xal hene, beyan kir. Armanca însiyatîvê ew e ku zûtir îlana Komara Federal ya Sûriyê bê îlankirin. Di deglerasyonê de parastina yekîtiya axa Sûriyê, hukumraniya wê û temamê pêkhateyên ku li Sûriyê dijîn, divê mafên wan hebin. Di metnê de behsa ewlekariya Bakûrê Sûriyê (Kurdistan Sûriyê) têkirin û bo civaka navnetewî, bo parastina sîvîlan bang têkirin. Di deglerasyonê de bo rêvebiriya federal ya Sûriyê tê gotin ku dê bo rêvebiriyê şertên erdnîgarî bidin ber çav û parvekirin dê li gor şertên kulturî (çandî) û aborî be.
Di beyanê de behsa xelkên Ereb, Kurd, Suryan, Aşûrî, Turkmen û Qafaqasan têkirin û tê gotin ku dê temamê mafên wan dê bidin ber çav û garantî birkin. Komara federal dê ji herêmên erdnîgarî çêbibe û di her herêmê de rêvebiriya (hukumeta) cîh bê avakirin. Payîtex dê car din Şam be û di destpêkê de herêmeka rizgarkirî dê bo demkî, wezîfeya payîtextiyê bike.
Heya pêvajo ya xwe ya desthilatiyê temam bikin, wê ji temamê heyiyan (pêkhateyan) hukumeteka federal ya Sûriyê bê avakirin û dê ev hukumet rêvebiriya siyasî, ewlekariyê îdare bike û artêşa federal ya Sûriyê û rêxistina polîs ava bike. Di nav însîyatîva Komara Federal ya Sûriyê de; rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd jî hene. Endamê însîyatîvê û serokê Enstîtuya lêkolînên siyasî Dr. Ridwan Badînî bo Rûdawê gotiye ku dê ev deglerasyon bibe sedema hinek pêl û tevgeran.
Badînî ragihandiye ku însîyatîv temamên pêkhateyên Sûriyê aniye cem hev û armanca wê avakirina Sûriyeka Federal e û bi hesêb vê armancê tevgera yekemîne.Însîyatîv a Komara Federal ya Sûriyê ji 99+1 kesî ava bûye û tê de jimareyekî (kontenjan) bo jinan hatiye veqetandin.