Cîhan
Nîjeryayê, hemû sînorên bi wî welatî re girtin
PeyamaKurd- Rayedarên Nîjeryayê ragihand ku wan hemû sînorên xwe yên bi Nîjerê ku derbe lê çêbû re girtin.
Rêveberê Giştî yê Karûbarê Gumrikê yê Nîjeryayê Beşîr Adewale, bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber bûyer û geşedanên ku li Nijerê rû dan, wan hemû sînorên xwe ligel Nîjerê girtin.
Adewale diyar kir ku wan li gorî rêgeznameya Civata Aborî ya Dewletan (ECOWAS) ku tevgera barhilgiran heta agahdariyek din rawestîne.
Adewale bal kişand ser wê yekê ku NCS dê civakên sînorî hesas bike da ku bi tevahî tevbigerin û destnîşan kir ku ev biryar jî ji bo aştî û aramiya di navbera herdu welatan de hatiye girtin.
Serokê Nîjeryayê ku di heman demê de Serokê ECOWASê ye, ferman dabû ku sînorên ECOWASê ji Nîjerê re werin girtin.