Nirxandina hilbijartinên Tirkiyê ji Fitchê
PeyamaKurd – Saziya pileya krediyê ya ku navenda wê li Amerîkayê ye Fitch piştî eşkerebûna encaman hilbijartinên li Tirkiyeyê û pirsgirêkên aborî yên li benda hikûmeta nû nirxand.
Fitch bal kişand ku zextên li qada bîlançoya dravdanê ji ber polîtîkayên ne konvansiyonel ên ku piştgiriyê didin mezinbûna li Tirkiyeyê zêde bûne û diyar kir, nezelaliya siyasî û aborî ya li Tirkiyeyê ya ji ber hilbijartinên tûra duyemîn wê herî kêm heta dawiya mehê dewam bike.
Di nîşeya ku do (15ê Gulanê) ji aliyê Fitchê ve hat weşandin de, hat gotin wê polîtîkayên aborî yên piştî hilbijartinan bên meşandin, bên şopandin.
Di nişeyê de hat diyarkirin ku hikûmeta ku piştî hilbijartinan bê avakirin wê bi pirsgirêkên wekî taloqkirina daxwaza diravî, zexta li ser lîreyê, kêmbûna mezin a budçeyê, kêmbûna rezervên navneteweyî û enflasyona bilind rû bi rû bimîne.
Herwiha di nîşeyê de hat diyarkirin, wê bê kontrolkirin ku têkeliya polîtîkaya diravî û darayî di warê nirxa krediyê de bi navûdengtir û hevgirtîtir e yan na, wê were şopandin ka ew çiqas pêbaweriyê dide, çiqas xetereyên makro kêm dike û aramiya darayî û gelo ew ê gihîştina darayîya derve hêsan bike.