Cîhan
Norweç, ji DYAyê fuzesawarên balafiran dikire
PeyamaKurd – Hukumeta Norweçê ragihand ku wê ji DYAyê fuzesawarên balafiran yên tîpa ‘AIM-120C-8’ bikire ku menzîla wan ya navçeye û ji hewayê bo hewayê ne. Bihayê fuzesawaran bi 363 milyon dolariye.
Wezîrê bergiriyê yê Norwecê Bjorn Arild Gram, ragihand ku kirîna vê paketa fuzesawaran ji paketên kirîna çekan yeka herî mezine û wê fuzesawar karibin li hemberê êrîşên hewayî Norwecê baştir biparêzin.