TR KU SO
FB X
Cîhan

Norwêcê 15 dîplomatên Rûsyayê wek kesên nayên xwestin îlan kir

Admin L
Nivîskar
📅 15 nîsan 2023 14:32

PeyamaKurd – Wezareta Karên Derve ya Norwêcê 15 dîplomatên ku li Balyozxaneya Rûsyayê ya li Osloyê dixebitîn, wek kesên nayên xwestin îlan kir.

15 dîplomatên li Balyozxaneya Rûsyayê ya li Osloyê dixebitin, ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Norwêcê ve bi hinceta ku efserên îstîxbaratê ne, wek "kesên nayên xwestin" hatin ragihandin.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Norwêcê de hat gotin, "Hikûmetê biryar da ku 15 efserên îstîxbarata Rûs ên ku niha li Norwêcê di bin navê dîplomatîk de dixebitin, weke kesên nayên xwestin îlan bike. Divê efserên pêwendîdar di zûtirîn demê de Norwêcê biterikînin. Efserên îstîxbaratê yên ku dixwazin werin ji Norwêcê vîze nayê dayîn."

Wezîrê Karên Derve yê Norwêcê Anniken Huitfeldt got, "Rûsya niha gefa herî mezin a îstîxbaratê li Norwêcê dixwe. Em vê yekê pir ciddî dibînin û niha li dijî xebatên îstîxbarata Rûsyayê yên li welatê xwe tedbîrên berevajî pêk tînin. Em ê nehêlin efserên îstîxbarata Rûsyayê di bin navê dîplomatîk de li Norwêcê tevbigerin. ."

Wezaretê diyar kir, kesên ku di daxuyaniyê de hatine behskirin demekê hatine şopandin û destnîşan kir, biryara îro li ser biryara derxistina 3 efserên îstixbarata Rûsyayê ji Norwêcê di Nîsana 2022an de hatiye girtin.

Parve bike: