Nûnera Amerîkî: Di yasayên Iraqê de cezakirinê tawanên jenosîdê û ser nîne!
PeyamaKurd - Balyoza Amerîkayê bo Dadperwerî û Tawanên Navdewletî derbarê tawanên DAIŞê li dijî Êzidiyan de got: “Cezakirina jenosîda li dijî mirovatiyê û hemû cezayên tawanên şer, di Yasaya Cezayê ya Iraqê de nîne.”
Balyoza Amerîkayê ya bo Dadperwerî û Tawanên Navdewletî Beth Van Schaack herwiha ragihand ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê roleke girîng di vegera Êzîdiyan û penaberên din bo warên xwe û bicihkirina yasaya rizgarbûyên Êzîdiyan de lîstiye.
Beth Van Schaack bal kişand ser ku piraniya tawanên DAIŞê hovane ne û wiha pê de çû: “Cezakirina jenosîda li dijî mirovahîyê yan ti cezayekî taybet bi tawanên şer, di Yasaya Cezayê ya Iraqê de nîne, lewra piraniya dosayên tawanan bi awayekî giştî wan tenê wek tawanên terorîstî qebûl dikin.”
Balyoza Amerîkayê da zanîn: “UNITAD ku komîteya sereke ya Netewên Yekbûyî ye ji bo piştevaniya dadweriya tawanan li Iraqê, tenê kariye zanyariyan li ser tawanên şer û dozên jenosîdê pêşkêşî Komîsyona Tawanên Şer li Dijî Mirovahiyê û Jenosîdê bike.”